Artêşa Tirk gundên Til Temir û Şera topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rojane didome.
Artêşa dagirkere beriya çend seatan careke din gundên Til Temir û Şera topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Dirdara û Şêx Elî yên navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.

Dagirkeran her wiha gundên Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şera jî da ber topan.

Doh jî heman artêşê gundê Til Tewîl ê Aşûryan ê li rojavayê Til Temirê ye topbaran kir.

Gundên Til Temirê rojane dibin armanca topên artêşa dewleta Tirk.

Tevî ku li pêş çavê hemû cîhanê ev êriş pêk tên jî, lê dîsa her kesî xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button