HPG eşkere di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de li Zapê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin
Her wiha dagirkeran 16 caran bi çekên kîmyewî û qedexe qadên berxwedanê bombe kirine.
Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên arteşa Tirk a dagiker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Li gorî vê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 12 Kanûnê
Li qada Çemçoyê ya Şêladizê tîmên gerîlayan yên gerok bi çekên giran du caran li dagirkeran dan.
Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.
Li herêma Sîda ya Şêladizê jî hêzên gerîlayan bi çekên giran û sûîkastê li dagirkeran dan.
Li vir jî dagirkerek hate kuştin.
HPG: Arteşa Tirk 16 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG ragihand:
Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi bombeyên qedexe
5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran jî qadên berxwedanê bombebaran kirine.
https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-li-zape-4-dagirker-hatin-cezakirin-164237