Serokê Eniya Tirkmenan bi Hakan Fîdan re civiya

Serokê Eniya Tirkmenan yê Iraqê bi Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk re civiya.
Di hevdîtina ku li Enqerê pêk hatî de hate gotin, peywendiyên aliyan hatine guftugokirin.
Lê li gorî agahiyan armanc ji vê wêdetir, planên ji bo piştî hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê ye.
Lewra serdana serokê Eniya Tirkmenan di demek wiha de rastiya van gotegotan xurtir dike.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, li Enqereyê bi serokê Eniya Tirkmenan yê Iraqê, Hesen Turan re civiya.

Derbarê mijarê de Eniya Tirkmen ya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de peywendiyên du alî û ji bo alîkarî û bi destxistina berjewendiyên hevbeş, guftugo hatine kirin.

Lê rastiya pişt perdê wisa xuya nake.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya Eniya Tirkmenan ya Iraqê û hevpeymanên xwe yên li herêm û Iraqê, dixwaze bigihi armancên xwe.

“Armanc planên ji bo piştî hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê ye”

Li gorî tê gotin, armanca civîna her du aliyan, planên ji bo piştî hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê ye.

Hêjayî gotinê ye Eniya Tirkmen heya niha jî biryar nedaye bi kîjan hizb û aliyan re, ji bo walitiya Kerkûkê re lihev bike.

Tê payîn piştî vê serdanê jî, helwesta Eniya Tirkmen ya ji bo encûmen û walitiya Kerkûkê diyar bibe.

16’ê Kanuna 2023’an dengdana taybet û 18’ê jî li Iraqê dengdana giştî ji bohilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê pêkhat.

Li gorî encamên dawî yên komîsyonê, Kurdan li parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin.

Pêkhateya Ereb jî 6 kursî, ya Tirkmenan jî 2 kursî bidest xistin û Mesîhiyan jî bi kota kursiyek bidest xist.

Back to top button