Gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê, leşkerekî Tirk ê dagirker cezakirin.
Gerîla Tv jî dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya dema cezakirina 2 leşkerên dewleta Tirk parve kir.
Ev çalakî ya 16’ê Cotmehê li herêma Xakurkê pêk hatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyek parvekir.
HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li Herêma Rojavayê Zapê di 30, 31’ê Kanûnê û 1’ê Çile de derbên giran li dargirkeran dan.
Di çalakiyê de dagirkerek hate ceza kirin derb li 3’ê çeperan hate xistin û gelek tevgerên dagirkeriyê jî hatiye asteng kirin.
Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî jî ev agahî hate parvekirin:
“Dagirkeran di nava çar rojan de 35 caran qadên gerîla bombardiman kirine.
Her wiha herêmên Xakurkê, Zap û Metînayê jî bi topan hatin bombebarankirin.”



