Gerîlayan li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin

Gerîlayên HPG’ê li girê Cûdî yê li Rojavayê Zapê li dagirkeran dan.
Di çalakiyên bi taktîka sekvaniyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Li aliyê din Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû ku 4’ê Cotmehê lidarxistibûn weşand.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di navbera 26-29’ê Kanûnê de li dijî arteşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da.

Li gorî vê hêzên gerîlayan li herêma Rojavayê Zapê gelek caran li dagirkeran dan û ev agahî hate parvekirin:

26’ê Kanûnê dema dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li wan xist û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

27’ê Kanûnê li heman qadê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha kameraya mobesse ya dagirkeran jî hate îmhakirin.

29’ê Kanûnê dîsa bi taktîka sekvaniyê dagirkerek ji aliyê Hêzên YJA Starê ve hate cezakirin.

Arteşa Tirk 11 caran bi dronên bombebarkirî û qazên kîmyewî qadên gerîla bombe kir

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê dawiyê ev agahî dan:

26, 27 û 29’ê Kanûnê herêma Rojavayê Zapê;

5 caran bi dronên bombebarkirî, 6 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Hat tespîtkirin ku gazên kîmyewî di rengê ser û sor de bûn.

Balafirên şer ên arteşa dagirker jî bi giştî 20 caran herêmên Parastina yên Medyaya bombe kir.

Back to top button