Di çarçoveya Parastina Rewa de, QSD’ê bersiv da êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Di çalakiyên li Til Temir û Minbicê de 14 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber didomin û di van êrişan de cih û deverên jiyanî û xizmetguzarî yên gel tên bombebarankirin.
Di êrişên herî dawî de 8 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarê çalakiyên bersivdayînê ku lidarxistin daxuyaniyek da.
QSD: Li Minbic û Til Temirê 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di çarçoveya mafê parastina rewa û bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de, hêzên me gelek çalakî li dijî dagirkeran li dar xistin.
27`ê Kanûnê, hêzên me li gundê Ezîziyê yê girêdayî Til Temirê çalakiyek li dijî baregeheke dewleta Tirk a dagirker li dar xist.
Di vê çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Heman rojê Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî, baregeheke dewleta Tirk ya li gundê Çetelê bombebaran kir.
Her wiha şervanên meclisê xwe gihandin deverên çeteyan û şer derket.
Di encamê de 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li gundê Mehsenlî yê bakurê bajêr jî 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”