Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li dijî dagirkeran pêk anîbû weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî parve kiribû:

“16’ê Cotmehê bi çekên giran li dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamuran û Girê Şehîd Heqî de bi cih bibin, hate xistin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.”

Çalakî ji bo bîranîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Kadriye Tetîk (Asya Kanîreş), Thomas Johann Spiess (Azad Şerger) û Diyako Saîdî (Koçer Medya) ku 15’ê Hezîrana 2023’an li Xakurkê şehîd bûn, hate lidarxistin.

Back to top button