26’ê Tîrmehê wê Kazimî li Koşka Spî bi Biden re bicive

Ji bo nirxandina danûstandinên navbera Waşîngton û Bexdayê, 26’ê Tîrmehê Serokê DYA Joe Biden wê pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bike.

Koşka Spî ragihand ku wê Biden 26 Tîrmehê li Washingtonê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Kazimî bike.

Kazimî di Hezîranê de piştrast kir ku welatê wî di warê diyaloga li gel DYA ya têkildarî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihaştina qonaxên pêşketî.

Meclisa wezîran jî bibîr xistin ku hikumeta Iraqê danûstandinan bi aliyê Amerîkî re dike.

Ev danûstandin di warê lojistîk ya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê de gihaştine qonaxên pêşketî û wê piştre detayên wê werin ragihandin.

Di vê dawiyê de El-Kazimî destnîşan kir ku welatê wî ji Amerîka û Îranê xwestiye ku ji tesfiyekirina hesabên xwe li Iraqê dûr kevin û wiha got:

“Ez di wê baweriyê de me ku em ê karibin ber bi pêvajoya diyalogeke herêmî ve gav bavêjin.

Em dixwazin Iraq bibe welatekî ku dikare aloziyan bi awayekî serkeftî çareser dike.”

El-Kazimî bal kişand ser lihevkirina di navbera Îranê û DYA`ê yên li Viyanayê û got:

Serkeftina danûstandinên Viyanayê dê bi awayekî erênî bandorê li herêmê bi giştî bike û dê rolekê di ewlehiya Iraqê de bilîze.

Back to top button