Salvegera 35. a komkujiya Helebceyê

Berî 35 salan Rejîma Baas a Iraqê, li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî komkujî pêk anî.
Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kes şehîd bûn.

Helebce, weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye ..

Birînekî bêderman û êşekî bê pênaseye.

16 Adara 1988’an.

Artêşa Iraqî li jêr fermana Sedam Husên û kur amê wî Elî Hesen El-Mecîd bajarê Helebceyê da ber bêhna gaza xerdel û siyanîdê.

50 balafirên şer ên Iraqê li asîmanê Helebceyê ku tê de 80 hezar kes hebû, geriyan.

Heta 5 saetan bajar bombebaran kirin û gaza bi jehr li ser serê sivîlan valan kir.

33 sal derbas bûn heman polîtîkayên qirkirinê li ser kurdan didomin

Di çend deqeyên destpêkê de, kîmyabaranê giyanê zêdeyî 5 hezar kesên bêguneh peritand.

Li gorî şahidên komkujiyê, piştî bombebaranê ne deng û ne jî tevger ji bajêr derneket. Jiyan li wir tevizî.

Vê darbeya dermirovî, bêtirî 10 hezar sivîl birîndar kirin.

Hin ji wan kor û pûç bûn, gelek jî digel astengiyên henaseyê rû bi rû man.

Her wekî kesên wendayî neyên jimartin.

Heta niha jî li gelek deverên Helebceyê giha şîn nayê.

Li hember jenosîda Helepceyê cîhanê dengê xwe nekir.

Ev komkujî komkujiya herî hovane di sedsala 20`an de li dijî Kurdên li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.

Bi wê yekê hewl da ku hebûna Kurdan li Iraqê tune bike.

Serokê pergala zordar Sedam Hisên sala 2006’an bi tawana pêkanîna komkujiyan li dijî Kurd û Şî’eyan, hate bidarvekirin.

Elî Hesen El-Mecîd ê ku bi navê Elî Kîmawî hatibû naskirin jî, sala 2010’an bi heman tawanan hate bidarvekirin.

Her çendî 35 sal di ser jenosîdê re derbas bûne jî, birînên dayîkên şehîdan hê nehatine pêçandin û li ser zarokên xwe rondikên keserdar dibarînin.

Kurd li erdnîgariya Kurdistanê şerê man û nemanê dikin.

Dîroka Kurdistanê bi komkujiyên hovane têrtijî ye.

Bi sedhezaran Kurd di ber siyasetên qirêj ên qirker de bûne qurban.

Tirkiyeya dagîrker sala 2011’an der heqê 34 gundiyên gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê de, komkujiyeke kirêt pêk anîbû.

Sedamê duh Erdoganê îro

Va ye Tirkiyê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî, di çarçoveya siyaseta qirkirina nijadî de, gelek komkujî pêk anîne û tîne.

Hewl dide li Şengal û Başûrê Kurdistanê, Kurdan tune bike.

Me got Saddamê duh Erdoganê îro ye.

Dewleta Tirk jî weke Sedam Hisên dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bikartîne.

Çiyayên Kurdistanê, qadek din a sûcên kîmyewî di sedsala 21’emîn de

Ji 17’ê Nîsana 2021’an de dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran dike.

Di Nîsana 2022’yan de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrişeke berfireh da destpêkirin.

HPG`ê diyar kir ku tenê di mehên Nîsan û Gulanê de dagirkeran 779 caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar aniye.

Ev êriş bi dehan caran û bi belge û wêneyêan hatin tomarkirin, ev belge jî ji bo bêhtirî 40 dewletan hatin şandin.

Lê qada navdewletî hîna jî li hember van polîtîkayên qirkirinê ker, kor û lal e.

Li ser maseyan bazarê li ser xwîna kurdan dikin.

Back to top button