Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyekê îxaneta PDK’ê şermezar kir

Ciwanên PYD`ê yên Minbicê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK’ ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Bi amadebûna endamên PYD`ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê li pêşiya avahiya PYD’ê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û hate gotin:

“Kirinên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî ecêb in ji ber ew girêdayî dewleta Tirk e ku dijminê gelê Kurd û li pêşiya têkoşîna gelê Kurd li her deverê dibe asteng.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:

“Komploya PDK`ê û dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê li vir bidawî nebûye, lê belê bi rêya lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de didome ku dixwazin ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran bikin..

Back to top button