Li parêzgeha Diyale bombebeyek bi hêzên Iraqê ve teqiya.
Di encamê de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker birîndar bûn.
Rêveberê bajaroka Qeretepe Wesfî Temîmî derbarê mijarê hin agahî dan Rojnews’ê.
Wesfî Temîmî dibêje:
Artêşa Iraqê ji bo tinekirina DAIŞ’ê di nava operasyonan de ye .
Duh Hêzeke me dema ji operasyonê vedigeriya li gundê Şedire ya di navbera Gulale û Qeretep bombebeyek bi wan ve teqiya.”
Wesfî Temîmî diyar kir ku di teqînê de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest da û 2 leşker birîndar bûn.