Ciwanên PYD’ê yên Hesekê û Minbicê bi çalakiyên cuda hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.
Li bajarê Hesekê ciwanên PYD’ê bi amadebûna endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl û bi dehan ciwanan, civînek pêk hat.
Di civînê de Aldar Xelîl di civînê de axivî û rojevên heyî nirxandin.
Xelîl bal kişand li ser lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re û got:
“Divê ciwan bêhtir xwe bi rêxistin bikin da planên dagirkeriyê yên li ser herêmê têk bibin.”
Li Minbicê ciwanên PYD’ê daxuyaniyek da
Ciwanên PYD`ê yên Minbicê jî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re daxwiyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev hevkariya bi armanca dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şermezarkirin û hat gotin:
” PDK`ê girêdayî dewleta Tirk e ku dijminê gelê Kurd e û li pêşiya têkoşîna vî gelî li her deverê dibe asteng.”