Bê navber û rojane êriş li dijî herêmê hene.Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mielek, Seyda û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Duh derengiya şevê gundewarên navçeya Eyn Îsa careke din rastî êrişan hat.
Dagikeran Guundên Mielek, Seyda û rêya M4 ên gundewarên navçeyê da ber topan .
Di danê êvarî de jî gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê hat topbaran kirin .
Pêr jî gundên nevçeya Eyn Îsa, û Til Temirê , û navenda navçeya Ziragan bûn hedefa êrişan .
Di topbarana li ser gundê Til Tewîl ê Asuriyan ê Til Temirê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.,