Ji ber rewşa jiyanî xelkê Silûk a dagirkirî daketin qadan

Şêniyên bajarokê Silûk ê dagirkirî ji ber rewşa jiyanî û gendeliyê daketin qadan.

Çavkaniyeke xwecihî li bajarokê Silûk ê li rojhilatê kantona Girê Spê ya dagirkirî ragihand, bi sedan şêniyên bajarok ji ber kontrola çeteyan li ser nan, mazot û dizîna hilberînan, xwepêşandanek li dar xist.

Çavkaniyê da zanîn, xelk li hember kiryarên çeteyan û meclisa herêmî bi hêrs in, ji ber jêderên qûta wan kontrol dikin û didizin.

Xwepêşandêran banga peydakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanî û bidawîkirina kontrola çeteyan li ser kir.

Her wiha banga jihevxistina meclisa xwecihî kir.

14’ê vê Hezîranê jî, şêniyên bajarê Girê Spî yê dagirkirî ji bo heman sedemî derketibûn, lê heta niha daxwazên wan bi cih ne-hatine.

Back to top button