Li Hindistan di rojekê de 4 hezar û 187 kes ji ber vîrûsê mirin

Li pêşiya belavbûna Vîrûsa Corona Hindistan bêçare maye. Her roja ku derbas dibe, jimara herî zêde ya pêketiyên vîrûsê tê tomarkirin. Jimara miriyên ji ber vîrûsê di nava 24 saetên dawî de, nêzî 4 hezar û 200 bûn.

Di nava 24 saetên derbasbûyî de, 401 hezar û 78 kes bivîrûsê ketin, 4 hezar û 187 jî ji ber vîrûsê mirin.

Ev daneya herî zêde ya ji roja belavbûna vîrûsê li welat heta niha hatî tomarkirin e.

Li gorî pisporan jimara rast ya pêketiyên vîrûsê ji ya hatî ragihandin gelek zêdetire.

Bi daneyên dawiyê re li welat jimara pêketiyên vîrûsê 21 milyon 892 hezar derbaskir.

Ji van heta niha nêzî 240 hezar jî mirine.

Li welat nêzî 4 milyon kes jî di nexweşxaneyan de têne dermankirin.

Piştî rewşa metirsîdar li gelek eyaletên Hindistanê biryara derneketina derve ya giştî hate ragihandin.

Li welat ji 16’ê Çileyê ve derzîkirina li dijî vîrûsê jî tê kirin.

Heta niha nêzî 170 milyon kes hatine derzîkirin.

DYA, Îngilistan û Almanya di nav de gelek welatan ji bo alîkariyê, derman û pêwistiyên sereke ji Hindistanê re şandin.

Di vê navberê de Hindistanî jî miriyên xwe bi şewitandinê oxir dikin.

Back to top button