Li Nîjerya 29 xwendekarên ku hatibûn revandin hatin rizgarkirin

Li eyaleta Kadûna ya Nîjerya piştî du mehan 29 xwendekarên ku hatibûn revandin hatin rizgarkirin. Malbatên xwendekaran jî ev yek bi keyfxweşî pêşwazî kirin.

Di dema radestkirinê de, keyfxweşî li herêmê serwer bû.

Xwendekar Pamela Îbrahîm yê hatî revandin qala bûyerê kir û ev yek weke cehnemê binav kir.

Dema ku bi alîkariya hevalê xwe dimeşiya hat dîtin ku dikule.

Malbatên xwendekaran jî dixwazin ji bo dibistanan ewlekarî were zêdekirin.

Malbat dibêjin ew her kêliyê li ser rewşa zarokên xwe bifikarin.

Komên çekdar meha Adarê bi ser navendeke perwerdê ya li herêmê kiribûn.

Di encamê de 39 xwendekar hatibûn revandin.

Beriya niha 10 kes serbest hatibûn berdan.

Xwendekar roja Çarşemê piştî serbest hatin berdan ji ber rewşa tenduristiyê di bin çavdêriya polîsan de diman.

Waliyê Kadûna beriya niha ragihandibû ku wê bi çeteyan re bazarê neke û fîde jî nede.

Lê tê gotin malbata kesên hatin revandin di nava xwe de pere kom kirine û dane koma çekdar.

Back to top button