Li navçeya Şedadê, yekm car bi sedan donim kemûn hat çandin

Îsal wek tecrube li Şedadê, cotkaran bi desteka Komîteya Çandiniyê, kemûn çandin.

Da ku awayên çandina kemûnê û eleqedariya pêwîst binasin, Cotkaran destpêkê serdana zeviyên kemûn li Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûde û Til Temirê kirin.

Cotkarê bi navê Husam Ezîz ji şêniyên navçeya Şedadê ye diyar kir ku wî kemûn wek tecrubeya yekemîn di zeviyên xwe de çand.

Ezîz bal kişand ser ku çandina kemûn li herêmên gundewarên Şedadê bi rêjeyekî bilind bi serket, ji ber ku cara yekemîn e ku li herêmê tê çandin.

Her wiha zêdetirî 100 cotkarî zeviyên xwe bi kemûn çandin.

Back to top button