Qanûna înfazê ya hikumeta AKP’ê meclisa giştî, 30 xalên qanûnê qebûl kirin

Beşa yekemîn a qanûna înfazê ya heta xala 30’yî li Meclisê hate qebûlkirin. Di hevdîtinê de, muxalefetê 90 pêşniyarname dabû, lê hemû jî hatin redkirin. 

Her 30 qanûn, bêyî werin guherandin, wê têkeve piratîkê.

Hin xalên sereke yên hatin qebûlkirin ev bûn:

*Cezayên girtîgehê yên avakirina rêxistin û endamtiya rêxistinê, sînora wê ya hindik û zêde hate guherandin. Avakarên rêxistinê ji 3 heya 6 salan wê ceza li wan were birîn. Endamtiya rêxistina ji bo sûc jî, wê ji 2 heya 4 salan be.

*Jinên ducanî yan jî zaroka wan salek û neh mehî be, wê cezayê wan ê girtîgehê were paşxistin.

*Destpêkirina lêpirsîna dîsîplînê, ji 7 rojan derkete 15 rojan.

*Wê zarokên girtî jî, êdî mehê carekê karibin malbatên xwe bibînin.

Back to top button