Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo..Bi riya perwerdeyê çanda xwe diparêzin

Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê dewreyên perwerdeyê yên muzîk, govend, şano, wênexêzî û hînbûna alavên muzîkê ji bo zarokan hînî çanda xwe bibin vekirine. Rêveberiya Jin a navenda Çand û Hunera Cemîl Horo Tizyal Mihemed da zanîn ku bi riya perwerdeyê ew çanda xwe diparêzin.

Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê erka sereke girtiye ser milên xwe û ji bo ku çanda wan qir nebe xebatên parastina çandê didomînin.

Ev navend çanda civakê diparêze û dide jiyîn, her wiha hemû derfetên xwe xistine meriyetê ji bo ku zarok hînî çanda xwe bibin.

Bi awayekê rojanê jin, zarok û kesên temenê wan mezin berê xwe didin navendê û li gorî daxwaz û xeyalên xwe hînî alavên muzîkê dibin.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Jin a navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê Tizyal Mihemed nerînên xwe anîn ziman.

Tizyal diyar kir ku ji bo ku qabiliyeta jin, ciwan û zarokan derkeve holê navenda Çand û Hunera Cemîl Horo hemû derfetên xwe xistiye meryetê û perwerdeyan dide.

”Perwerdeya hunerê ji aliyê mamosteyan ve tê dayîn”

Rêveberiya Jin a navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê diyar kir ku li gorî her beşê mamoste û hunermend hene.

”Zarok bi van perwerdeyan çanda xwe hîn dibin”

Rêveberiya Jin a navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê Tizyal Mihemed di dawiya axavtina xwe de got:

Perwerde zanebûn e û çavên mirovan di her aliyê de vedike.

Dema mirov zane tevbigere dikare her tiştî çareser bike, ji bo ku çanda me bijî em ê siberojên xwe fêrî çanda xwe bikin.

Back to top button