Di çarçoveya qirkirina siyasî de li bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk herî kêm 8 kes binçav kirin.
Li navçeyên Cizîr û Sîlopyayê yên Şirnexê, polîsên Tirk vê sibehê bi ser gelek malan de girtin.
Li Cizîrê, polîsên ku bi ser taxên Cûdî û Konakê de girtin 6 kes binçav kirin.
Li aliyê din, li navçeya Sîlopya jî polîsan bi ser gelek malan de girtin û 2 kes binçav kirin.
Kesên ku hatine binçavkirin birin Emniyeta Midûryetên navçeyan.
Duh jî li Amed û Edenê di serdegirtina malan de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.
Di nava wan de rojnamevan û endamên HDP’ê jî hebûn.