Pîr Kemal: DAIŞ’ê xwest civaka me bê dîrok bihêle

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin.
Di vê êrîşê de hewl dan civaka Êzîdî bi hemû pîroziya xwe qir bikin.
Bi nêzbûna salvegerê ve Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal qala van rojan dike.
Pîr Kemal diyar kir ku bi berxwedaniya gerîlayên HPG’ê nirxên xwe parastin û got:
“Heta em sax bin emê qenciya gerîla jibîr nekin”

Di sala 2014’an de dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kirin, beriya her tiştî dest avêtin nirxên civakê û xwestin îradeya civakê bi vê yekê teslîm bigrin.

Di nav civaka Êzidî de yek ji tişta herî pîroz goristan û mezargeh in.

Di heman demê de ev qub û mezargeh ji bo Êzidiyan bûne stargeh

DAÎŞ’ê jî dest bi teqandin û hilweşandina qub û mezargehan kir.

Yek ji van quban jî Quba Mehme Reşan bû ku di dema fermanê de hatibû teqandin.

Bi nêzbûna salvegerê ve Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal qala van rojan dike.

Pîr Kemal da zanîn ku DAIŞ’ê dixwest civakê bê dîrok bihêle, ji bo vê êrîşî pîroziyan dikirin û got:

“Quba Mehme Reşan di 15’e Cotmeha 2014’an de hate teqandin.

Karê DAÎŞ’ê di tu qanûnan de nayê qebûlkirin,

di tevahiya cîhanê de kesî nedîtiye ku mezargehên dîrokî tê rûxandin,

lê belê DAÎŞ’ê xwest civaka me bê dîrok bihêle.”

Kemal: Gelek şervan ji bo parastina pîroziyan şehîd ketin

Pîr Kemal behsa berxwedaniya gerîlayên HPG’ê kir û wiha bilêv kir:

“Beriya her kesî gerîla hatin hewara me.

Bi erebeyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şengalê.

Şervan di tevahiya çiya da belav bûn, li her derê bendên leşkerî danîn û me bi hev re li vir şer kir.

Ew hatin, xwarin û cebilxane ji me re anîn, em di nav şertên pir zehmet de bûn.

Gelek şervan ji bo parastina pîroziyan şehîd ketin.

Heta ku em sax bin em ê qenciya wan ji bîr nekin.”

Qehtan Qîranî: Civaka Êzidî bi vegera li ser axa xwe fermanê vala derdixîne

Back to top button