Li bajarê Hewlerê hêzên PDK’ê çalakiya gel a ji bo Jîna Emînî asteng kir

Li bajarê Hewlêrê çalakiya nerazîbûna li dijî kuştina Jîna Emînî ji aliyê Hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.

Duh li ber deriyê Konsolosxaneya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Hewlêrê gel çalakî li dar xistin û kuştina Jîna Emînî şermezar kirin.

Çalakvanan daxwaz kirin civaka navdewletî piştgiriyê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Di heman demê de beşek ji çalakvanan çûn ber deriyê konsolosxaneya Îranê li bajarê Hewlêrê.

Di dema çalakiyê de hêzên PDK’ê pêşî li ragihandinê girtin û ew asteng kirin.

Hêzên PDK’ê nehiştin endamên ragihandinê çalakiyê bişopîne û gelek kel û pelên rojnamegeran desteserkirin.

Back to top button