Ciwanekî Kobanî ji hêla pêşmergeyan ve hatiye girtin û agahî jê tune ye

Ciwanê ji Kobanê Memhûd Bozo ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dide Rojava, li ser sînor tê girtin û heta niha agahî jê nayên girtin..Malbata wî ji Ronahî TV re ragihand ku “Hêzên Pêşmerge” ev çend roj in lawê wan girtine û nizanin bê sedem çi ye.

Mehmûd Îtan Bozo ê ji gundê Boxazê, li Hewlêrê karê Dartaşî ango necarî dikir.

Malbata wî bi rêya Ronahî TV eşkere kir ku roja Çarşema borî ango 21 vê mehê Mehmûd ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dide Rojava da ku were mala xwe li Kobanê.

Li ser zimanê malbata wî, ji wê rojê de Pêşmergeyan ew girtine û heta niha nizanin lawê wan li kur e û ji ber çi hatiye girtin.

Malbatê daxwaz kir ku agahî li ser lawê wan were dayîn û bi lez were berdan.

Back to top button