Kurd Fars Ezerî, Ereb bi yek helwestî li dijî rejîma Îranê li qadanin

Hemû pêkhateyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi Kurd , Azerî, Ereb û Farisên xwe bi yek dengî li dijî pergala islamîst a rejîma îranê şev û roj li qadanin.
Çalakiyên Rojhilat û Îranê ket roja 9’an her ku diçer hemû welat berbelavdibe.
Li hemberê van xwepêşandan hêzên rejîma îranê tundî zêdetir kiriye.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku di xwepêşandanên 8 rojên dawî de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine kuştin.

Jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çirûskeke nû ya şoreşê pêxist.

Kurd , Azerî û Faris li dijî pergala islamîst a rejîma îranê şev û roj li qadanin.

Çalakiyên Rojhilat û Îranê ket roja 9’an her ku diçer hemû welat berbelavdibe.

Ev der bajarê şino yê rojhilatê Kurdistan e, hate ragihandin ku bajêr ji hêzên rejîmê hatiye paqijkirin.

Li bajarê Sinê jî çalakvan bi duruşma Jin jiyan azadî ku buye durişma çalakiyan li qadan bûn.

Ne tenê bajarên kurdan li bajarên Fars û ezeriyan jî xwepêşandan hebûn.

Ev der paytexta rejîma îranê tehranê ye, xwepêşandêr bi pêxistina agir li qadanin..

Ev jî erebên bajarê Xuzîstanê yê Îranê ne, ji bo şermezarkirina kuştina jina kurd li qadanbûn.

Her dem derbas dibe rejîma faşîst a îranê li dijî xwepêşandêran tundiya xwe zêdetir dike

Ev der bajarê Kerec ê Îranê ye. wekî ku di dîmenan de jî xuya dibe hêzên rejîmê gelek kes girtine û binçavdike.

Li dijî van êrişan gelên li îranê di çarçoveya parastina rewa de xwe bersivê didin hêzên rejîmê.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku di xwepêşandanên 8 rojên dawî de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine kuştin arşîv bide

Back to top button