Cotkarên garis ên Minbicê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne

Îsal li gundewarên Minbicê hezar û 80 hektar garisê zer hatiye çandin..
Lê cotkar bi pirsgirêka kêmbûna ava çemê Firatê re rû bi rû ne..
Tevî ku komîteya çandiniyê destekê dide.

Cotkarê bi navê Ebdusetar El Elî yê ji gundê Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê Minbic ku 3 hektar zevî bi garis çandiye, dibêje:

“Îsal lêçûna çandiniya her hektarekê ji garis nêzî milyonek û nîv lîreyê Sûriyê ye.

Lê ziwabûna bîran li zeviyan, em neçar kirin ku bi rûberên dirêj avê ji çemê Firatê bikişînin.

Lê ava çemê jî ji ber qutkirina wê pir kêm bûye.”

Heverokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya xeta Ebû Qelqel Tirkî El Xalid jî axivî û got :

“Nêzî hezar û 80 hektar garisê zer îsal hatiye çandin.

Lê cotkar azarên kêmbûna avê dikişînin.”

Li ser desteka ji cotkaran re, El Xalid ev yek anî ziman:

Me li ser du beşan mazot daye..

Beşa yekemîn 400 lître ji her hektarekê re bi buhayê 85 lîreya Sûriyê.

El Xalid diyar kir ku ew pêşkêşkirina pêdiviyên pêwîst ji bo serxistina berhemên çandiniyê didomînin.

Back to top button