Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî destnîşan kir ku civaka Êzidî salvegera fermanê bi vegera li ser axa xwe û xwe ji aliyê parastinê ve rêxistinkirî pêşwazî dike.
Qehtan Qiranî diyarkir ku dagirkeriya Tirkiye û PDK bi êrişên li ser Şengalê dixwazin tola çeteyên DAIŞ’ê bigrin
Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya ”Vegerin Şengalê hilînin tola fermanê” kar û xebatên vegera gel û pêşwazîkirina wan dimeşîne.
Qehtan Qîranî derbarê dîroka fermanan de balkişand li ser xalekî û got:
”Di dîrokê de Êzidî piştî fermana ku pêk hatî, venedigerîn warên xwe. Ev cara yekeme Êzidî bi vîn û daxwaza xwe vedigerin warên xwe.”
Qîranî di dewama axaftina xwe de rexne li edaleta Iraqê kir ku, ev 9 sal in fermana li ser Êzidiyan weke qirkirinê qebûl nekiriye û wiha pêde çû:
Qehtan Qîranî: Divê em xwe bi xwe biparêzin
Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ balkişand li ser girîngiya xweparstinê û ev nirxandin kir:
”Eger Êzidî xwedî li xwe dernekevin, wê rastî qirkirinêk din bên.
Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de me ev rastî dît.
Civaka Êzidî bi çekên sivik lê bi îradeyeke mezin li ber fermanê sekinîn û karî beşek ji civaka xwe ji fermanê biparêze.
DAÎŞ hat nîvê Iraqê û Sûriyê şikand, lê li Şengalê şikest.”
“Tirkiye û PDK ji bo tola çeteyên DAIŞ’ê bigrin êriş dikin”
Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî destnîşan kir ku Piştî fermanê cara yekem e ku li Şengalê aliyên siyasî û civakî dibin yek û tifaqê pêş dixin.
Qehtan Qîranî di dawiya nirxandina xwe de jî siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Şengalê şermezar kir û got:
“Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Şengalê, tolhildana şikestina DAÎŞ’ê ye.”



