Salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a nêz dibe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Tilizêr Feqîr Seado bi boneya rojê got:
“Ev ferman bi armnaca tinekirina civaka Êzidî bû.”
Feqîr Seado diyar kir ku fermana 2014’an di encama xiyaneta PDK’ê de pêk hatiye.
Seado da xuyakirin ku, civaka Êzidî civakeke bi bawer e û got:
“Divê civaka me yê Êzidî, êdî xwe bi xwe daxwaza mafên xwe bike.
Pêwîste bi hêza xwe sûcdarên bûne sebeb darizîne.”
Beriya demekê Rêveberiya Xweser ragihnad ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bike.
Seado destekdayîna vê birayarê da û got:
“Darizandina çeteyan ji bo tolhildana civaka Êzidî pêngaveka dîrokî ye.
Em wekê gelê Êzidî vê pêngavê pîroz dibînin û ji bo xwe weke serketinê dibînin.”