Foza Yûsiv: Dewleta Tirk dixwaze pêkhateyên herêmê tune bike

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk derbarê êrişên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiya herêmê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komxebatek pêk anî.
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv diyar kir ku tekane rêya têk-birina dagirkeriyê yekrêziya pêkhateyên herêmê ye.

Komxebata li dijî qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk                                                                                                            Navenda Rojava ya lêkolînên Stratejîk komxebatek pêk anî

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), li ser qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek lidarxist.

Komxebat li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê ya Bajarokê Rimêlanê pêk hat.

Partiyên siyasî, siyasetmedar, Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn.

Komxebata li dijî qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk
Foza Yûsiv: Dewleta Tirk dixwaze pêkhateyê herêmê tune bike

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv li komxebatê axivî û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Foza Yûsiv anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke zehmet de ye û wiha got:

Dewleta Tirk bi destûra hêzên DYE û Rûsyayê dest bi êrişê kir, qirkirina etnîkî pêk tîne û demografiya herêmê diguherîne.

Foza diyar kir ku Dewleta Tirk tevî van kiryarên xwe dixwaze pêkhateyên herêmê tine bike.

Komxebata li dijî qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk
Foza Yûsiv: Divê dewleta Tirk li ser van kiryarên xwe were cezakirin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv balkişan li ser yekrêziya li dijî dagirkeriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk bi navê ol li Serê Kaniyê û Girê Spî êrişî gel dikin.

Gelê me wê li ber kiryarên li Serê Kaniyê, Girê Spî û Til Rifatê rabe.

Em ê vê xakê ji dagirkeran biparêzin, li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.

Eger em bibin yek wê ti hêz nikaribe li hemberî me.

Leave a Reply

Back to top button