Meclisa Kantona Girê Spî li ser dersînorkirina penaberên Sûriyê hişyarî da

Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî li ser siyaseta dersînorkirina penaberên Sûriyê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve bi armanca bicihkirinê, da û diyar kir ku armancên wê yên xeternak di aliyê guhartina demografiya herêmê de heye.

Di demên dawî de dersînorkirina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi armanca bicihkirina wan li herêmên dagirkirî zêde bûye.

Dewleta Tirk a dagirker di hefteya yekemîn a Tîrmehê de 160 penaber ku piraniya wan ji Hema, Heleb, Idlibê û bajarên din dersînor kirin da ku wan li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih bike.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê spî Heza Mihemed destnîşan kir ku desthilatên Tirkiyeyê penaberan dersînor dikin da ku wan di mal û milkên koçberên resen de bi cih bikin.

Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker rawestîne û vegereke ewle ji penaberan re peyda bikin.

Back to top button