Jinên aktîvîst ên Îranê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan

Jinên aktîvîst ên Îranê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek dan û tê de peyama domandina têkoşîna azadiyê heta serkeftinê dan û daxwaz kirin ku mafê jinê were parastin.

Komek jinên aktîvîst ên Îranê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşandin.

Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişandin li ser şoreşa “Jin, Jiyan,Azadî” û wiha gotin:

Heta em bigihîjin civakek serbixwe ku tê de cudahiya zayendî, çîn, nijad, netew, etnîsîte, ol, biyolojîk û cureyê nîne, têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser jehrîketina xwendekaran jî û hat destnîşankirin ku ev êrîşan ji bo paşvexistina têkoşîna jinan tên pêkanîn.

Jin bi dirûşima “Jin, jiyan, azadî” li dijî her cure tundî, komkujî û êrîşa li ser jinan li ber xwe didin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêz kirin:

  • Em daxwaza berdana girtiyên siyasî, rakirina hemû cezayên darvekirinê û kuştinên qanûnî dikin.
  • Em dixwazin hicabeya mecbûrî bê rakirin.
  • Divê hemû qanûnên baviksalarî û cudakar ên li dijî jinan û meylên din ên zayendî bên rakirin.
  • Divê kiryarên sûcên beriya 1957’an û piştî vê bên darizandin û cezakirin.
  • Divê mafê diyarkirina çarenûs û jiyana gel ya azadiya fikir, derbirîn, raman, çapemenî, rêxistinbûyin, kombûn û her cure çalakiyên protestoyî bên misogerkirin.
  • Divê ol û dewlet ji hev bên cudakirin.
  • Divê keda jinê bê xuyakirin û jin û mêrên dixebitin mûçeyên wekhev bigrin.
  • Divê li dijî metakirina xwezayê û polîtîkayên berjewendîperest ên sermayê bê sekinandin.
Back to top button