Li navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Çepên Kesk şahî li dar xist

Xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin û pergalê bi hev re biguherînin.

Ji hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê re 2 hefteyan kêmtir dem ma.

Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe bênavber didomin.

Li bajarokê Deştadarê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Çepên Kesk şahî li dar xist.

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, Hevserokên HDP’ê yên Şirnexê, Rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Hezexê tev li şahiyê bûn.

Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Pişt re Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî.

Gungen, bal kişand ser operasyonên ku hatine destpêkirin û got ku ew ê li dijî her êrîşekî têbikoşin.

Dû re namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî ûgiringiya hilbijartinê destnîşan kir

Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li Îdirê Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk serdana Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê kirin.

Namzetan cejna karkeran ya 1’ê Gulanê li wan pîroz kirin.

Namzet, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û karkeran kêfxweşiya xwe ya pîrozkirina cejnê anîn ziman.

Li Herêma Egeyê yê Tirkiyê Partiya Çepên Kesk di nava liv û tevgerê de ye.

Namzetê parlamenteriyê li navçeya Narlidere ya Îzmîrê çû serdana dikandaran.

Di serdanê de hate gotin ew ê desthilatê têk bibin û azadî û aştiyê bînin welet.

Welatiyan jî di serdanê de nerazîbûnên xwe yên li hemberî polîtîkayên aboriyê yên desthilatê anîn ziman.

Her wiha Li navçeya Konakê jî endam û rêveberên partiyê belavok belav kirin.

Back to top button