Şerê li Ukrayna

Di şerê li Ukrayna de, bi qasî artêşa Rûsya hêzên Çeçen jî li ber têkçûnê ne.
Li Xersona ku şer girane, heta niha bêtirî 100 leşkerên Çeçen hatine kuştin.
Serokê DYA Biden careke din Rûsya hişyar kir û got;
Eger Rûsya çekên taktîk a nukleerî bêne wê şaştiyeke mezin bike.

Şerê li Ukrayna di meha 9’an de li sînorên rojhilatê welat geş dibe.

Tevî zoriyên Rûsya, hêzên alîgirên wê jî li nava xaka Ukrayna di nava zehmetiyan de ne.

Di daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ku doh êvarî parve kirî de wiha hat gotin:

Ukrayna: Bêtirî 100 leşkerên Çeçen hatine kuştin

“Li bajarokê Kaciry ê herêma Xersonê di encama topbarana hêzên parastinê de 30 dagirker hatin kuştin.

Bêtirî 100 leşkerên dijmin di bin kavilan de man.”

Piştî daxuyaniyê di çapemeniya cîhanê de hate parvekirin ku leşkerên hatine kuştin yên Çeçenîstanê ne.

Lê belê, ev agahî ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehat piştrastkirin.

Waliyê Leşkerî yê Herêma Xerson a Ukraynayê Serhiy Şîlan ragihand ku piştî vekişîna leşkerên Çeçen ên ji bajarê Xersonê, li gundekî li rex çemê Dniproyê bicih bûne.

Waliyê leşkerî diyar kir ku leşkerên Çeçen li dibistana gund a li vir bi cih bûne û got;

Bi wêneyên ku li ser medyaya civakî parve kirine mewziyên leşkeran hatine diyarkirin.

Şîlan ragihand ku di encama destwerdana hêzên çekdar ên Ukraynayê de bêtirî 40 leşkerên Çeçen mirine û 60 kes jî di bin xirbeyên avahiyê de mane.

Di daxuyaniya Çeçenên muxalîf ya li ser hesabê 1Adat a Telegramê de, hat îdiakirin ku xebatkarên yekîneya Kadîrov a li dibistanekê hatine gulebarankirin û hejmara miriyan jî derdora 100 ye.

Serokê Çeçenistanê Ramsan Kadyrov derbarê mijarê de daxuyanî neda.

Lê belê, Kadyrov doh li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li hember “helwesta nerm” a Rûsyayê ya li Ukraynayê anî ziman.

Kadyrov ku ji destpêka şerê Ukraynayê ve piştgiriya leşkerî dide Rûsyayê, herî dawî Moskow rexne kir ku di warê leşkerî de ne biqasî tê xwestin in.

Biden: Rûsya çekên nukleerî bikar bîne wê şaştiyek mezin bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî karanîna çekên nukleerî yên taktîkî Rûsya hişyar kir.

Li ser pirsa rojnamevanan ku gelo Rûsya amadekariya êrîşeke bombeyî ya qirêj dike yan na û gelo ew difikirî ku piştî êrîşeke bi vî rengî wê Ukrayna sûcdar bike yan na, Biden got,

“Eger Rûsya çekên nukleerî yên taktîkî bikar bîne, ew ê şaştiyeke pir mezin bike.

Ez nikarim piştrast bikim ka ev yek gavek xapînok e yan na.

Lê eger ev pêk were wê şaştiyeke pir û pir mezin be.”

Back to top button