Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser: Em sersaxiyê ji malbata hunermend Saîd Yûsif re dixwazin

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser ji ber wefata hunermendê Kurd Saîd Yûsif, sersaxî ji gelê Kurd û malbata wî re xwest.

Desteya Çand û Hunerê diyar kir ku ji ber wefata hunermend Saîd Yûsif ew xemgîn e.

Desteyê bi bîr xist ku hunermend Saîd Yûsif rolek mezin di pêşxistina muzîka Kurd de lîstiye û bi stranên xwe pirtûkxaneya strana Kurd dewlemend kir.

Duh hunermend û muzîkjenê Kurd Seîd Yûsif di nexweşxaneyeke Tirkiyê de koça dawî kir.

1947’an, hunermend Seîd li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û ji 18 saliya xwe ve dest bi hunerê kiriye û bi sedan stran çêkirine.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif, piştî muzîkjenê navdar Mihemed Ebdulkerîm wefat kir, bi (Mîrê bizqê) hate naskirin.

Back to top button