Bi diruşma “Bi rihê Viyan û Nûjiyanan em ê azadî û serkeftinê misoger bikinʹʹ, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.
Konferans li hola Tela ya taxa Şêxmeqsûd, bi beşdarbûna nûnerên tevahî saziyên sivîl, partiyên siyasî, şervanên YPJ û bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan hat lidarxistin.
Di konferansê de nirxandinên rêber Ocalan ên girêdayî rola jinan di rêvebirina civakê de û rapora xebatên du salan ên yekitiyê hatin xwendin û beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin.
Her wiha sînevîzyonek ji axaftina endama Konseya Rêveber a KCKʹê Sozdar Avesta û nirxandinên rêber Ocalan ên derbarê jinên ciwan de hate pêşandan.
Konferans bi van xalan bi dawî bû:
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê asta têkoşînê were xurtkirin.
Fikr û felsfeya rêber Ocalan wekî lêvegera sereke ji bo meşandina xebatên Yekitiya Jinên Ciwan di hemû qadan de esas were girtin.
Jinên ciwan perwerde û zanekirina jinên ciwan di civakê de armanceke stratejîk ji xwe re digire.
Di dawiyê de Meclisa Giştî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku ji 12 endaman pêk hat, hatin hilbijartin.