Bi peymanên nû re Moskow û Minsek hevkariya navbera xwe hîan xurtir dike.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko, biryarnameya erêkirina Bernameya Yekitiya Dewleta Rûsya-Belarûs îmze kirin.
“Peymana Dewleta Yekgirtî” ya navbera aliyan bi salane dewam dike.
Herî dawî meha Îlonê, aliyan li ser xalên peymanê lihev kirin.
Piştî lihevkirinê Putin û Lukaşenko biryarnameya “Bernameya Dewleta Yekgirtî ya Rûsya-Belarûs” erê kirin.
Putin û Lukaşenko di civîna li ser înternetê beşdarî Civîna Konseya Bilind a Yekîtiya Dewletan a Rûsya û Belarûsê bûn de daxuyanî dan.
Putin qala deskeftiyên ku wê bi biryara nû re werin bidestxistin kir û got:
Gelek xalên hevpar yên Rûsya û Belarûs hene.
Li Belarûs em di warê peywendiyên bazirganiyê de, di rêza yekem de ne.
Rûsya û Belarûs wê di warê sîstema parastinê de, bi hevre kar bikin.