Li Serê Kaniyê ya dagirkirî bi dehan şêniyên gundên wê li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker xwepêşand li dar xistin.
Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand ku duh li gundên Bab Xêr û Um Eşibê yên Serê Kaniyê li dijî dagirkiriyê xwepêşandan pêk hatin.
Şêniyan li dijî binpêkirinên hovane, şewitandina zeviyan û xwestina zekatan ev xwepêşandan pêk anîn..
Li gorî Çavdêriya Sûrî, gule bê serûber li şêniyan hat reşandin, di encamê de 2 kes birîndar bûn..
Çeteyên dewleta dagirker zeketan ji cotkarên distînin û erdê wan desteser dikin.
Di vê çarçoveyê de çeteyan 15 ton genim li gundê Ceradiyê desteserkirin.