Koalîsyona welatên Ereb, mûşekek û jimareke dronên bombekirî anîn xwar

Li Yemenê, Koalîsyona welatên Ereb a bi serkêşiya Erebistana Si’ûdî, mûşekeke palîstî ku Hûsiyan ber bi Si’ûdiyê ve avêtibû, bê bandor kir û ew teqand, her wiha jimareke dronên bombekirî anîn xwarê. NY jî, Koalîsyona welatên Ereb ji lîsteya xwe ya reş derxist, tiştê hişt Hûsî nerazîbûnan nîşan bidin. 

Koalîsyona welatên Ereb a bi serkêşiya Erebistana Si’ûdî, mûşekeke Palîstî ku Hûsiyan ji parêzgeha Seda ber bi bajarê Necran ve berdabû, bê bandor kir.

Her wiha Koalîsyonê ragihand ku wan jimareke dronên bombekirî ku Hûsiyan ber bi Si’ûdiyê ve şandibûn, anîn xwarê.

Berdevkê Koalîsyonê Turkî El-Malikî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Hûsiyan ev dron, ber bi herêma Esîr ve berdabûn û dixwestin sivîlan bikin armanc.

El-Malikî eşkere kir ku jimara van dronên bombekirî 375 bû û ev kirinên Hûsiyan weke binpêkirina qanûnên navnetewî yên mirovî bi nav kir.

Berdevkê Koalîsyonê destnîşan kir ku berdewambûna van kirinên terorîst, teqez dike ku Hûsî, Însiyatîfên Koalîsyonê û hewldanên navnetewî, ji bo rawestandina şer û çareserkirina aloziya li Yemenê, red dike.

NY, koalîsyona welatên Ereb ji lîsteya xwe ya reş derdixe

Ev çend sal in, ji ber kuştina zarokên Yemenê, Koalîsyona welatên Ereb di lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyê de bû.

Lê duh, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, derxistina Koalîsyonê ji vê lîsteyê ragihand.

Gutterres di rapora xwe ya salane de diyar kir ku, “sala borî, Koalîsyona welatên Ereb 222 zarok kuştin û birîndar kirin.

Di heman demê de, sûcên Hûsiyan der heqê zarokan de 313 bûn û yên hikumeta Yemenê 96 bûn û ew herdu di lîsteya reş de dimînin”.

Li gorî Gutterres, sûcên Koalîsyonê der heqê zarokan de kêm bûne, lê ew ê heta salekê di bin çavdêriya NY de bimîne.

Li beramber vê yekê jî, grûpa Ensarullah a Hûsî derxistina Koalîsyonê ji lîsteya reş şermezar kir û got:

Ev gav, tevliheviya di nava vê Rêxistina navnetewî de, teqez dike.

Back to top button