Piştî êrîşên dewleta Tirk, Êzidî vedigerin ser xaka xwe

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Şengalê, gelê kurd yê welatparêz li her derê helwesta xwe diyar kirin û dikin.

Şengaliyên ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ’ê reviyan û li kampên başûrê Kurdistanê diman jî piştî êrîşa dagirkeriyê lez dan vegera li warê xwe.

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî diyar kir ku êrîş, israra Tirkiyê ya qirkirin û tunekirina Kurdan e.

 

Dewleta tirk a dagirker ku dixwaze bi komkujî û dagirkeriyê xaka kurdistanê vale bike, rastî hêrsa kurdistaniyan tê.

Dewleta tirk saeta despêkê ya 15’ê Hezîranê bi dehan balefirên şer êrîşî Şengal, Mexmûr û herêmên parastina medya kir.

Bi kêliya êrîşê re kurdistaniya hêrsek zêde nîşanî dagirkeriyê dan.

Berteke herî bi wate jî ji malbatên Şengalê yên li başûrê kurdistanê hat.

Şengaliyan li dijî polîtîkayên dewleta tirk a wêrankirin û valekirina Şengalê vedigerin ser xaka xwe.

Yek ji van malbatên vegeriyan jî malbata Xelef Mehmûd e.

Xelef Mehmûd diyar kir ku ev êrîşên dewleta Tirk ên qirkirinê ji bo valakirin û tirsandina Êzidiyan e û got:

“Lewma me jî xwest vê armanca dewleta Tirk vala derxin û nehêlin neyar bi ser bikevin.

Me mala xwe bar kir, berê xwe da Êzidxana pîroz û hatin warê xwe.

Êrîşên dewleta Tirk wan natirsînin berevajî hêrs û kîna me zêde dike.

Ew çiqas êrîş bikin jî wê Êzidî zêdetir vegerin ser xaka xwe.

Fewzî Şengalî: Êrîşên li ser Başûr, bêyî erêkirina bexdayê ne pêkan in

Sekreterê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî diyar kir ku êrîş, israra Tirkiyê ya qirkirin û tunekirina Kurdan e.

 

Back to top button