“Bi Hevpeymana Civakî mafê çandî yê Suryanan tê parastin”

Suryanan rewşa zimanê xwe li herêmê û zehmetiyên li pêşiya wî di paneleke diyalogê de li Qamişlo nîqaş kirin.

Panel bi boneya roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi navê “Zimanê Suryanî nasnameya min e” li hola dêra Suryan a Katolîk li dar ket.

Di panelê de şêniyên pêkhateya Suryan, nûnerên partiyên siyasî, desteyên çandî û perwerdehî û desteyên jinan beşdar bûn.

Panel ji aliyê endamê navendê Kîno Gebraîl, cîgirê serokê rêxistina Aşûrî Beşîr Seidî û endamê navenda Bêt Kano Corc Efram ve hat dayîn.

Seidî destnîşan kir ku zimanê Suryanî ji ber polîtîkayên rejîma baas hetiye ber tinebûne.

Piştre, Corc Efram axivî û balkşand li ser Hevpeymana Civakî ku mafê Sûryanan diparêze û got:

“Hevpeymana civakî mafê çandî yên Suryanan û hemû pêkhateyên diparêze.

Ew jî hêviya me ye ku Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ku îtîraf bi mafên neteweyan dike, ava bibe.”

Di dawiya panelê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Melekî bang li hemû sûryanan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

Back to top button