Rûsya: Îngilistan jî dikare bibe armanceke rawa

Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsya Medvedev gef li Londonê xwar û got:
Em dikarin rayedarên Brîtanî weke hedefên leşkerî bihesibînin.

“Ji bo xweparastinê dikare êrişî armancên derveyî sînorên xwe bike.”

Ev gotina Wezîrê Karê Derve yê Brîtanya James Cleverly li Moskow rastî bertekên tund hat.

Serokê berê yê Rûsya û Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê Dmitriy Medvedev bi awayekî eşkere gef li Brîtanyan xwar.

Medvedev di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de wiha got:

“Divê rayedarên ehmeq ên dijminê me yê mezin Brîtanyayê ji bîr nekin ku dewletên wan jî di çarçoveya şerê modern û hiqûqa navneteweyî ya ku li gelemperiya cîhanê tê qebûlkirin de ne. Îro ew wek hevalbendê Ukraynayê tevdigere, amûr, pispor û alîkariyên leşkerî pêşkêşî wê dike, ango bi bandor şerekî neragihandî li dijî Rûsyayê dimeşîne. Bi vî rengî, her karmendek giştî (çi piştgirîya şer, leşkerî an sivîl), dikare wekî armanc were hesibandin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê James Cleverly doh bi serdaneke fermî li paytexta Estonya Talînê bû.

Cleverly li wir bi hempîşeyê xwe yê Estonî Margus Tsahkna re hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya li wir dayî de got:

“Mafê Ukraynayê yê xweparastinê rewa ye.

Teqez mafê wê heye ku vê yekê di nav sînorên xwe de bike, lê di heman demê de rewa ye ku li dijî Rûsya hêzê li derveyî sînorên xwe bikar bîne.”

Waşîngton: Em piştevaniyê nadin êrişên li nava Rûsya

Waşîngtonê bi rêya berdevkê xwe yê Koşka Spî ragihand ku ew piştgiriyê nadin êrîşên li nava axa Rûsyayê.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre got:

“Em piştgiriyê nadin êrîşên li hundirê Rûsyayê, me ev yek eşkere û eşkere eşkere kir.”

Back to top button