Trump bûtçeya 2020’an û cezayê li dijî Tirkiye erê kir

Serokê Emerîkayê Donald Trump pêşnûmeya bûdçeya sala 2020’an a wezareta parastinê erê kir.

Li gorî vê, firotina balafirên F-35 ji bo Tirkiyê hatin qedexekirin û ceza li xeta Gazê ya “Turk Akim” hatin birîn.

Serokê Emerîkayê Donald Tump Pêşnûme Qanûna Butçeya Parastinê ya sala 2020’an a bi qasî 738 milyar dolarî erê kir.

Li gorî vê ji ber Tirkiye ji Rusyayê pergala S-400 kiriye ceza li Tirkiye were birrîn û firotina balafirên şer yên F-35 û şandina alavên wan ji bo Tirkiye tê qedexekirin.

Tê diyarkirin ku ji ber Tirkiye pergala S-400 kiriye ev dikeve çarçoveya Qanûna li Dijî Bandora Rusyayê ya Ewrûpa û Avrasyayê ya ku Kongreya Emerîkî di sala 2017’an de qebûl kiribû û ji ber vê yekê divê ceza li Tirkiye were birrîn.

Li gorî vê yekê li dijî projeya gazê ya Tirkiye û Rusyayê ku bi vê yekê dixwazin gaza Rusya li ser Tirkiyeyê veguhezin Ewrûpayê jî ceza were birrîn û hevkariya lekşerî ya bi Rusyayê re jî tê qedexekirin.

Her weha li gorî pêşnûmeya ku Trump mohr kiriye, tê xwestin ku ji Ukraynayê re 300 milyon dolar alîkariya ewlekariyê were şandin.

Wekî din tê xwestin ku di Hêza Fezayê ya Emerîkayê weke hêza şeşemîn a leşkerî ya girêdayî Hêzên Hewayî yê Emerîkayê bi awayekî fermî were avakirin.

Di pêşnûmeyê de li dijî Çîn û Koreya Bakûr jî hin ceza tên xwestin.

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan jî ji ber van cezayên ku li Tirkiye tê birrîn doh li Malezya gef li Emerîka xwaribû û gotibû,

“Emê li hemberî van cezayan bêdeng nemînin û em ê jî Emerîka ceza bikin.”

Leave a Reply

Back to top button