Di êrişa li ser herêma Luhanskê de 5 kes mirin

Li Ukrayna êrişên li dijî Rûsya dijwar dibe.
Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan keştiya şer a dawî ya hêzên deryayî yên Ukraynayê li Odessa têk birine.
Serokê Rûsya Putin jî êrişa bi balafirên bêmirov ya li ser Moskow bi “çalakiyekî terorî” binav kir.

Şerê hefteyekê, meh û sal derbas kirin.

Li gorî berpirsên Rûsî, îro herêmeke Ukrayna ya di bin kontrola wan de, bûye armanca êrişan.

Di êrişa li ser kargeheke li herêma Luhanskê de 5 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Rûsya: Keştiya dawî a hêzên deryayî ya Ukrayna hate têkbirin

Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan keştiya şer a dawî ya hêzên deryayî yên Ukraynayê li Odessa têk birine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 29’ê Gulanê de keştiya şer a dawî ya hêza deryayî ya Ukraynayê ji aliyê Hêza Hewayî ya Rûsyayê ve li Odessa hat rûxandin.”

Putin: Êrişa li ser Moskow bûyereke terorî ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşa bi dronan a doh li ser Moskowê weke “kiryareke terorê” bi nav kir.

Putin li paytext Moskowayê di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de êrîş nirxand.

Serokê Rûsyayê da xuyakirin ku ew dikarin li Ukraynayê li dijî navendên biryardayînê êrîşan pêk bînin û wiha got:

“Navenda îstîxbarata leşkerî ya Ukraynayê ku 2-3 roj berê bû armanca êrişên me, di nav van navendên biryardayînê de ye.”

Vladimir Putin bal kişand ku rêveberiya Ukraynayê li hemberî vê yekê rêyeke cuda hilbijart û ev tişt anî ziman:

“Ji bo tirsandina Rûsya û welatiyên wê, êrîşa li ser avahiyên sivîlan hilbijartina rêya cuda ye.

Bê guman ev yek nîşaneya zelal e ku ev “kiryareke terorîstî ye.”

Wezareta Karê Derve a Rûsya êrişa li ser Moskow şermezar kir

Wezareta Karê Derve ya Rûsya jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew mafê xwe yê parastinê niha veşartî dihêle.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşê de 8 balafirên bêmirov hatine bikaranîn.

Ev balafirên bêmirov ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ve hatine xistin.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsya li ser mijarê dest bi lêpirsînê kiriye.

Lîderên Ewropa li Moldova dicivin

Li aliyekî din, Serokên welatên parzemîna Ewropayê wê ji bo Civîna Civaka Siyasî ya Ewropa (AST) ya 2. li Moldovayê bicivin.

Di civîna li Moldovayê de, biryar e rêberên Ewropî di bin sê sernavên sereke, Ewlekarî, enerjî û veguhestinê de gotûbêjan bikin.

Di civînê de tê payîn serok û lîderên 47 welatan beşdar bibin.

YE difikire ku piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna bi encam bû, vê carê wê dur were Molovayê.

Kremlîn: Kîev li pey êrîşa li ser Moskovayê ye

Back to top button