Dr.Ciwan Mistefa: Dibe carek din biryara nederketina derve were ragihandin

Bi zêdebûna nexweşên vîrûsa Coronayê li herêmên li jêr kontrola hikumeta Şamê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir eger pêwîst bike, ew ê careke din nederketina derve ragihînin.

Dr.Ciwan anî ziman ku zêdebûna hejmara nexweşên vîrûsê li derdorê, metirsiyê li ser herêmê çêdike, ji lew re eger metirsî zêde bibe û bê xwestin ew ê ji nû ve rewşa nederketina derve û deriyên sînoran li ber çavan bigirin û tedbîrên parastinê zêde bikin.

Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihandibû ku heta niha 279 kes bi vîrûsê ketinê.

Rêveberiya Xweser jî di 16’ê Hizêrana borî de biryara nederkertina derve rakir û ji nû ve dergehên ku herêmê bi herêmên serweriya hikumeta Şamê û yên Başûrê Kurdistanê ve girêdide, kirin xizmetê.

Back to top button