Koalîsyona Welatên Ereb operasyonek li dijî Hûsiyan da destpêkirin

Koalîsyona Welatên Ereb a li Yemenê operasyoneke leşkerî li dijî komên Hûsî yên bi piştgiriya Îranê da destpêkirin..

Koalîsyonê ragihand ku armanca vê operasyonê têkbirina karînên komên Hûsî ye.

Li gorî televîzyona fermî ya Siûdiyê jî, Koalîsyona Welatên Ereb ev operasyon piştî zêdebûna êrîşên Hûsîyan ên bi mûşek û dronan li ser sînorê wan, hat destpêkirin..

Hefteya borî, Hûsîyan mûşek avêtibûn Riyad paytexta Siûdiyê.

Ji destpêka vê salê de, ev operasyona duyemîn e ku li dijî komên Hûsî tê ragihandin..

Back to top button