Kremlîn: Kîev li pey êrîşa li ser Moskovayê ye

Vê sibehê bi 8 dronan, êrşek li ser paytexta Rûsya Moskovayê hat kirin û hin avahî hatin bombebarankirin.
Di encamê de hin zirarên madî çêbûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsî teqez kir, ku wan hemû dron anîn xwarê.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, Kîev bi bombebarankirinê tawanbar kir û got:

“Êrişa ji aliyê Kîêvê ve hatiye kirin, careke din pêwîstiya berdewamkirina operasyona taybet nîşan dide.”

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak ji kanala “Brêk-fêst şaw” Breakfast Show ya YouTubeyê re got:

“Derbarê êrişan de, helbet em bi dîtina wan kêfxweş in û hêviya zêdekirina wan dikin. Lê tu têkiliya me ya rasterast bi vê mijarê re nîn e.”

3’ê Gulanê Rûsya ragihandibû ku 2 dron li ser Kremlînê hatine xistin û Kîev bi vê êrîşê tawanbar kir.

Ukraynayê jî ragihand ku tu têkiliya wê bi êrişê tune ye.

Balafirên bêmirov Moskov bombebaran kir

Back to top button