Balafirên bêmirov Moskov bombebaran kir

Şaredarê Moskovê diyar kir ku balafirên bêmirov gelek avahiyên li Moskovê bombebaran kirin.
Ev êrişa duyemîn e ku li dijî herêmê pêk tê. 

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin da zanîn ku balafirên bêmirov bajar bombebaran kiriye.

Sobyanin li ser Telegramê wiha got:

”Di encama êrişê de zirarên biçûk li gelek avahiyan bûye lê birîndarî çênebûne.

Her wiha parêzgerê Moskovê Andrey Vorobyov jî ji aliyê xwe ve ragihand ku gelek balafirên bêmirov dema nêzî Moskovê bûn, hatin xistin.

Li gor agahiyên malpera Russia Today (RT), pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê 13 balafir xistin xwarê.

Ukraynayê heta niha tu agahî li ser êrişê parve nekirine.

Rûsyayê beriya niha ragihandibû ku 2 balafirên bêmirov destpêka vê mehê Kremlîn bombebaran kiribû, bi vê yekê dibe êrişa duyemîn a li dijî Moskovê yê.

Back to top button