27 hezar kes li Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin

Ji dema ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker ragihandin ku dê penaberên Sûriyeyî li herêmên dagirkirî bi cih bikin ve, hejmara penaberên Sûriyeyî yên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li kantona Girê Spî hatine bi cihkirin, 27 hezar kesî derbas kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016`an ve êriş axa Sûriyeyê kir û bajarên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Ji wê demê ve siyaseta guhertina demografiya herêmê dimeşîne û xelkê resen ê herêmê didin koçberkirin.

Dewleta Tirk bi desteka komeleyên tundraw (çeçenî û pakistanî) û komeleyên din ên ji Qeter û Kiwêtê bi dehan yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava kirine.

Rayedarên Tirk destpêka Nîsana 2022 ragihand ew armanc dikin milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên bakurê Sûriyeyê bi cih bike.

Heta dawiya sala 2022 hejmara penaberên derbasî kantona Girê Spî hatine kirine 12 hezar kes e.

Hate ragihandin ku di vê mehê de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê hatine derxistin û li kantonê hatine bicihkirin, 2 hezar û 340 kes derbas kiriye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî hatine derbaskirin û li kantona dagirkirî hatine bicihkirin, 27 hezar û 140 kes e.

Di nav wan de welatiyên Iraqî jî hene.

Li gor wê, ev dane ji destpêka ragihandina derxistina penaberan ji Tirkiyeyê ve ya herî mezin e.

Dagirkeriya Tirkiyê li Girê Spî li malên welatiyên resen biyaniyan bi cih dike

Back to top button