Li Amerîka û Kanada ji ber bahoza berfê 38 kes mirin

Demsala zivistanê bi awayekî hişk xwe berda nava parzemîna Amerîkayê.
Li DYA û Kanadayê ji ber bahoza berfê 38 kes mirin.
New York bajarê herî zêde ji rewşa heyî bandor bûyî ye.
Her wiha 55 mîlyon kes jî ji rewşê bandor bûn.

Ev dengê sermayê, welatiyên li parzemîna Amerîkaya Bakur ditirsîn e.

Bahoza berfê û zoriyên jiyanê.

Pêlên ava ji deryayê tên, bi lilava berfêre dibin ye.

Her çend pisporan diyar kirin ku tê payîn bahoz di nav çend rojan de biqede, lê wan hişyarî da ku ger hewce nebe rêwîtî nekin.

Li Buffaloyê wesayît li ser rêyan asê man.

55 mîlyon Amarîkî ji bahoza berfê bandor bûne

Bahoza dijwar bûye sedema ku bi hezaran mal jî bê elektirîk bimênin.

Bi hezaran kes ji ber betalkirina geştên balafiran nekarîn ji bo sersalê biçin serdana malbatên xwe.

Doh 55 mîlyon Amerîkî ji hişyariyên hewaya sar bandor bûn.

Ji ber leza kêmbûna dexta hewayê û zêdebûna dijwariya bahozê, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê jî li ser rê mane.

Ji rêveberên bajarê Erî yê ku li nêzî sînorê Kanadayê ye û li qiraxa çemê Erî ye Mark Poloncarz diyar kir ku hin kesên jiyana xwe ji dest dane di wesayîtan de ne an jî di bin berfê de ne.

Poloncarz li ser Twitterê bi peyama nivîsiyî got:

“Tu kes ji me hêvî nedikir ku Sersal bi vî rengî derbas bibe.”

Hochul: Bajar veguheriye qada şer

Waliya New Yorkê Kathy Hochul got;

Bajar “veguheriye qada şer”.

Piştî bahoza mezin a sala 1977’an, Buffalo di dîroka xwe de bi bahoza herî dijwar re rû bi rû ma.

Hochul teqez kir ku ev bahoz dê derbasî dîrokê bibe:

Back to top button