Li Cebel Zawiyê leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin

Îro çeteyên Tirkiyê bi mûşekan êrîşî hêzên hikûmeta Şamê li Kefer Nubul û gundê Şorlîn li çiyayê Şehşebo kir, di şerê navbera herdû aliyan leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Ji aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî yê din derbasî Idlibê kir.

Ji aliyê din, çeteyên dagirkeriya Tirk li Kefer Nubul ê gundewarê Idlibê yê başûr û gundê Şorlîn ê çiyayê Şehşebo êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku careke din hêzên hikûmeta Şamê bejahiya herêma cebel Zawiyê topbaran kir.

Li herêma Riwêha ya li rojhilatê cebel Zawiyê sekvanên çeteyan leşkerekî hikûmeta Şamê kuşt.

Dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî yê nû derbasî Idlibê kir

Girêdayî şerê li başûrê Idlibê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dagirkeriya Tirk karwanekî leşkerî yê nû derbasî herêma agirbestê kir.

Karwanê leşkerî ji 25 maşîneyên leşkerî pêk dihat û li ser xalên çavdêriyê yên li herêma Pûtîn-Erdogan belav bû.

Ji destpêka agirbesta nû li Idlibê ango ji 5’ê Adarê û şûn de hejmara maşîneyên leşkerî yên ku derbasî Idlibê bûne, gihaşt 4445’an.

Her wiha bi hezaran leşkerên Tirk li Idlibê bi cih bûne.

Back to top button