Ukrayna bi dronan êrişî balafirgeha leşkerî a Rûsya kir

Artêşa Ukrayna bi balafirên bêmirov êrişî balafirgeha leşkerî ya Rûsyayê kir.
Hemwextî vê, Belarûsê jî ragihand ku sîstema S-400 û Iskender yên parastinê ji bo karanînê amade ne.

Şerê li Ukrayna xwe li sersalê da.

Hesabên li ser herêmê, hêviyên şer wê di demekî kin de bidawî bibe, ji holê radike.

Rêveberiya Kîevê ya di parastina xaka welat de bi israre, hewil da bi dronan êrişî balafirgeha leşkerî ya Rûsya bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsya li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got:

Di saetên şevê de, balafirên bêmirov yên Ukrayna xwestin êrişî Balafirgeha Leşkerî ya engels ya li bajarê Saratovê bikin.

Sîstema parastinê jî ev dron bêbandor kirine.

Piştî parçeyên balafirên bêmirov ketin, 3 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê diyar kir ku ti ziyan li pergalên pêwist yên li herêmê nebûye.

Di saetên şevê de, li ser mijarê dîmenên ku tê îdiakirin yên balafirgehê ne hatibûn parvekirin.

Belarûs: Sîstema S-400 û iskender a moşekan amade ne

Hem wextî rewşa heyî, Rûsya hêza li sînorê Belarûs xurt dike.

Rayedarê Wezareta Parastinê ya Belarûsê Leonid Kasinsky diyar kir ku moşekên taktîkî yên Iskander û pergalên parastinê yên S-400 bi temamî ji bo erka şer û li gorî armanca xwe amade ne.

Di daxuyaniyê de li ser hejmara mûşekên taktîkî yên Îskander û pergalên S-400 û cihê bicihkirina wan agahî nehat parvekirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin cara yekem di meha Hezîranê de ragihandibû ku welatê wî wê mûşekên taktîkî yên Iskander û sîstemên parastinê bide Belarûs ê.

Li gorî çavdêrên leşkerî yên rojavayî, di van mehên dawî de çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê li Belarûsê balê dikişîne ser xwe.

Putin: Ez sedî sed bawerim wê artêşa me karibe Patriotan tine bike

Serokê Rûsyayê Putin got; Em amade ne bi hemû aliyên ku di şerê Ukraynayê de cih digirin re danûstandinan bikin, lê Ukraynayê red kir ku beşdarî danûstandinan bibe.

Putin her wiha teqez kir ku ew sedî 100 bawer e ku artêşa Rûsyayê wê pergala parastina asmanî ya Patriot ku wê Amerîka bide Ukraynayê têk bibe.

Êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû sedema şerê herî bixwîn.

Her wiha piştî krîza moşkeî ya 1962 bû Kubayê û vir ve weke mezintirîn nakokiya di navbera Moskow û Rojava de derketiye pêş.

Back to top button